ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê banga rêzêdariya îradeya gelê Êzidî kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, di salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat kirin de daxuyanî da.

Di daxuyaniya ji aliyê Cihgirê Desteya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Nîhat Ehmed ve hat xwedin de wiha hat gotin: ‘’8 sal berê, rojek a wek îro, rêxistina terorîst DAIŞ’ê, bi piştevaniya Tirkiyeyê êrîşê Şengala li Başûrê Kurdistanê kir. Ev komkujiya li dijî Kurdên Êzidî hat kirin, yek jî mezintirîn hovanetirîn komkujiya a vê sedsalê ye.

Ji ber êrîşa bi terorîstî ya li dijî Şengalê de zêdeyê 3 hezar û 100 Êzidî şehîd bûn, nêzîkê 6 hezar û 800 kes hatin revandin, zêdeyê 60 perestgeh û mal û milk hat talankirin, bi hezaran Êzidî ber bi  bakur û rojhilatê Sûriyeyê û navçeyên sînor ve koçber bûn.’’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê jin Êzidî yên dîl girtine li bazarên Mûsîl û Reqayê û li bajarên din firotine û hat derbirîn ku 3’yê Tebaxa 2014’an rojek a reş, tarî û bi xemgînî ye ji bo Êzidiyan.

Di dewama daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku Şengal warê qedîm ê Êzidiyan e û plansaziya êrîşê li dijî Şengalê ji berê de hatiye kirin û Şengal bûye hedef ji çeteyên DAIŞ’ê yên dixwazin Kurdistanê dagir bikin û îşaret bi wê yekê hat kirin ku armanca bi êrîşê ferzkirina koletiyê li Kurdan ji nû ve ye.

Ber bi dawiya daxuyaniyê ve hat diyarkirin ku Hêzên Parastina Gel û, Yekîneyên Jinên Azad,Star û Yekîneyên Parastina Gel û Jinê ‘YPG-YPJ dest di êrîşê çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê wer daye û korîdorek a mirovî vekiriye da ku bi hezaran Êzidî bikarin ji destê DAIŞ’ê rizgar bibin û daxuyaniyê wiha dewam kir:

‘’Hêzên divê ku Şengal ji êrîşê biparastina, bi erka xwe ranebûn, gelê Şengalê radestê çeteyên DAIŞ’ê kirin û bûn sedema karesatek a mezin. Heta niha jî hesab ji yên Şengal neparastine nehatiye pirsîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Êzidî, ji ber nasnameya xwe bi sedan sal in rû bi bûyê komkujiyan dibe û lewma divê gelê Şengalê bi xwe parastina xwe bike û Şengalê bi rê ve bibe.

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Wek Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, banga me li kes û saziyên mafên mirov û dewletên navneteweyî ew e ku li Şengalê bibin xwedî û rêzê ji îradeya gelê Êzidî ya li Şengalê re bigirin.”

Back to top button