ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser a Bakur 188 kesên li Sûdanê asê mabûn û cenazeyên 3 kesan, li ser du beşan anîn herêmê

Li Sûdanê ji 15`ê Nîsanê ve di navbera artêşê bi serkêşiya Ebdulfettah El Burhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqlo de şerek dijwar heye. Ji ber wî şerî heta niha zêdetirî 900 kes hatine kuştin, bi hezaran jî birîndar bûne. Bi milyonan kes jî koçber bûne.

Rêveberiya Xweser li ser bangewaziya malbatên wan, barê vegerandina penaberên sûriyeyî yên li Sûdanê asê mane, da ser milên xwe.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya 3 rêwîtiyan 341 kes ji Sûdanê derxistine. Daîreyê destnîşan kir ku ew bi vê yekê berpirsiyariyên xwe yên mirovî û nîştimanî pêk tînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi gurbûna şerê Sûdanê re ku em hêvî dikin di zûtirîn demê de bi dawî bibe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Daîreya Têkiliyên Derve berpirsiyariyên xwe li hember xelkê me yê li Sûdanê asê maye, pêk tîne. Di hefteya yekê ya Gulanê de, zêdertirî 150 kes hatin derxistin û gihîştin Qamişloyê. Daîreya Têkiliyên Derve bi rêya koordîne û şopandinê du beşên nû derxistin. Beşa yekemîn ji 18 kesan pêk tê, di nav de 3 pitik hene. Beşa duyemîn jî ji 170 kesan pêk hat, di nav de 31 pitik hene. Her wiha cenazeyên 3 kesên ku li Sûdanê asê mabûn, derxistin. Beşa duyemîn gihaşt Şamê.”

Li gorî daneyên di daxuyaniyê de hatine parvekirin, Rêveberiya Xweser di Gulanê de, bi 3 rêwîtiyan 341 kes û 3 cenaze ji Sûdanê derxistine.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev hewldan di çarçoveya beyannameya Rêveberiya Xweser a di 18`ê Nîsanê de pêk tên, ku bendekî wê girêdayî vegerandina penaberan ji herêmên wan re bû û wiha dom kir: “Ev hewldan her wiha wek bersivdayîna malbatên kesên li Sûdanê asê mane ye. Em ê berpirsyariyên xwe yên nîştimanî û mirovî pêk bînin. Hin astengî hene em hewl didin derbas bikin. em spasiya hemû ailyên ku ji bo derxistina van kesan alîkarî dane, dikin.”

Back to top button