ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser 42 jin û 104 zarokên malbatên DAIŞ`ê radestî Tacikistanê kirin

Şandeyeke ji Tacikistanê bi serkêşiya balyozê Tacikistanê yê li Kiwêtê Zabidullah Zabidov serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt û endamê Desteya Rêveberiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Îbrahîm pêşwaziya şandeyê kir.

Daîreya Têkiliyên Derve li gorî peymana fermî ya di navbera her du aliyan de, 42 jin û 104 zarokên malbatên DAIŞ’ê yên tacikistanî ku li kampên Roj û Holê diman, radestî şandeyê kirin.

Piştî îmzekirina belgeyê civîna çapemeniyê li dar ket. Fener El-Giêt pêşwaziya şandiye tacikistanî kir ku ev çend meh e der barê wergirtina zarok û jinên DAIŞ`ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi Rêveberiya Xweser re tedbîran digirin.

Têkildarî naveroka hevdîtinê Fener El-Giêt got: “Ev ne serdana yekemîn e. Jixwe me behsa rewşa Sûriyê bi giştî û xetereyên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên herêmî yên li ser herêmên me kir. Di nîqaşan de şandeyê qebûl kir ku zarok û jinên DAIŞ`ê vegerîne welatê wan.”

Balyozê Tackikistanê yê Kiwêtê Zabidullah Zabidov jî got: “Balyozxaneya Komara Tacikistanê ya dewleta Kiwêtê dê her tim jin û zarokên DAIŞ`ê yên biyanî vegerîne welatên wan.”

Balyoz spasiya Rêveberiya Xweser kir ku di dosyaya vegera malbatên çeteyên DAIŞ`ê ber bi welatên wan ve, alîkar e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji beriya demekê ve ji bo vegera wan jin û zarokan ber bi Tacikistanê ve, em bi aliyên peywendîdar re tedbîran digirin.”

ANHA

Back to top button