ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser 2 zarok radestî hikûmeta Swîsreyê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 2 zarokên ji malbatên DAIŞ’ê radestî hikûmeta Swîsreyê kirin.

Duh şandeyekê Swîsreyê serdana herêmê kir û ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener El-Kiêt ve hat pêşwazîkirin.

Şande bi serkêşiya seroka Beşa Parastina Balyozxaneyê li Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê Stîfanî Bîryart e.

Stîfanî Bîryart spasiya Rêvebriya Xweser ji ber hêsankirina xebatên wê di vî alî de kir.

Fener Kiêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji dema rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê ve bang li welatan dike ku hemwelatiyên xwe webigirin û piştrast kir ku ev mijareke metirsîdar e, lewma pêwîstî bi hevkariyeke navdewletî heye.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser du zarokên ji malbatên DAIŞ’ê radestî şandeyê kir.

Back to top button