JinManşêtNûçe

Remziya Mihemed: Şoreşa 19’ê Tîrmehê çirûska azadiya gelan e

Têkildarî bîranîna şoreşa 19’ê Tîrmehê berdevka Kongireya Star Remziya Mihemed tekez kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bû pêşengtiya jina Kurd bi taybet, û tevahî jinên herêma bakur û rojhilaê Sûrî, ev hat di derbarê hevdîtinekê de li gel malpera me PYDROJAVA.

Berdevka Kongireya Star Remziya Mihemed wiha dest bi axaftina xwe kir: Em şoreşa 19’ê Tîrmehê çirûska azadiya gelan li tevahî gelê xwe pîroz dikin, şoreşa 19’ê Tîrmehê ya di sala 2011’an de destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê bû, ku roj bi roj, sal bi sal li tevahî bakur û rojhilatê Sûrî belav bû.

Mihemed axaftina xwe wiha domand: Armanca me ew e ku şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî Sûrî jî bê belavkirin, her pêkhateyên herêmê karibin li bakur û rojhilatê Sûrî, him rola xwe bilîzin di şoreşa Sûrî de bi gistî, him jî karibin xwedî îrade û xwedî maf bin.

19’ê Tîrmehê bû pêşengtiya jina Kurd bi taybet, û tevahî jinên herêma bakur û rojhilaê Sûrî.

Remziya Mihemed diyar kir ku birastî berî 19’ê Tîrmehê dibe ku jina kurd bi rengekî fermî kar nedikir, lê bi navê Yekîtiya Star rolekî xwe di nav civakê list, ji bo parastina jinan, û ji bo pêşketina ramanê wê di aliyê azadiya jin de xebatek pir mezin lîst.

Jinê pêşengtiya şoreşa 19’ê Tîrmehê kir, di hemû warên civakî de hem rêxistinî, abûrî bi taybet di warê leşkerî û siyasî de.

 

Remziya Mihemed bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: Têkoşîn û berxwedan li vê derê nayê sekinandin, di van deh salên şoreşê de têrê nake, pêwîste tevahî rêxistinên jinan destekê bidin hev, alîkariyê bi hev re bikin,  ji bo Sûriyekî nû bê avakirin ku rolea jinê di her derê de hebe, di hilbijartinan, di avakirina destûrê nû de û di peymana civakî hebe ku em karibin civakek azad civakek demokratîk bidin avakirin.

Back to top button