ÇalakîManşêt

Remzî Şêx Mûsa serdan buroya partiya me li Helebê kir

Mamoste Remzî Şêx Mûsa endamê lijneya navendî ya Partiya Demokratîk a kurdî a Sûrî serdana buroya partiya me Partiya Yektîya Demokrat kir li Helebê ji bo nîqaşkirina pêşketinên ku li ser qada Sûrî û bi taybet li ser qada kurdî.

Her wiha endamên meclisa Giştî ya Partiya Yektîya Demokrat  pêşwaziya wî kirin.

Hevdîtin di der barê pêşketinên ku li qada Sûrî Kurdistanî çêdibin, her wiha binpêkirinên dagirkeriya Tirkiya û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û li Sûriya bi giştî wekî din xebata li ser afrandina şerê brakujiyê di navera kurdan de ev tişt ku li başûrê kurdisatên çêdibe, rola nayînî ya hin partiyên siyasî yên kurdî li başûrê Kurdistanê de hat.

Mamoste Remzî tekez kir: Dema heyî û bi saya fedayên ku gelê me dan li Sûriya doza Kurdî bû dozeke caîhanî, nema bû dozek di nevbera dewletên ku Kurdistanê dagirkirine, her wiha tekez kir li ser rola Partiyên Yekîtiya Niştimanî a Kurdî ji bo parastina deskeftiyên gelên me li Sûriya bikin, û hêvî kir ji Partiyên Yekîtiya Niştimanî a Kurdî ku li hember xwîna şehîd û gelên kurdî bibin xwedî berpirsyarî û bawerî.

Back to top button