CivakDaxuyanîManşêtNûçeyên LezgînPYD

Rêhevalê me Mihemed Cumha koça dawî kir

Koça dawî ya welatparêzê Kurd û Endamê Partiya me PYD li Europa Mihemed Cumha em Gelekî Xemgîn kirin

Roja Çarşemê 19 Cotmeha 2022 li Berlîna Elmanyayê endamê partiya me Mihemed Cumha koça dawî kir. Rêhevalê me ji destpêka xebatên partiya me li bajarê Berlin û heya deqa dawî ji jiyana xwe bi xeta partiyê û şehîdên azadiya Kurdistan ve girêdayî ma û xwe ji ber tu erkê partiyê neda alî.

Rêheval Mihemed Cumha kesayeteke welatparêz û xwedî pirensib bû, her weha ji bo rêxistina partiya me li Berlin ji hemû hevalên xwe re mîna lêveger û navenda moralê bû .

Li gel nexweşiya xwe ya giran ku bi salan pê re dom kir, ew her tim bi ciwan û malbatên Kurd re alîkar bû û destên alîkariyê dirêjî her kes muhtac dikir. Bi dehan malbatên Kurd yên ku rêheval Mihemed Cumha bi wan re alîkarî kiriye, şehdebûna vê fedekariya wî didin.

Koça dawî ya gorbuheşt Mihemed Cumha wendabûnke mezin bû ji bo rêxistina PYD li Berlin û valahiyeke mezin li peyî xwe hişt.

Em weke rêxistina Eurupa ya partiya Yekîtiya Demokrat ( PYD) di serî de ji malbata rêhevalê xwe Mihemed Cumha, hemî endamên partiyê û dost û hevalên wî re sersaxiyê dixwazin û dibêjin: bera dilê gorbuheşt rihet be, heval û hogirên wî, di riya têkoşîna azadiyê de heya serkeftinê berdewamin.

Rihê wî şad be
Cihê wî buheşt be û serê gelê me û malbatê sax be.

Partiya Yekîtiya Demokrat ( PYD) li Europa
22.10.2022.

Back to top button