LêkolînNûçe

Rayederên Tirkiyê siyaseta Tirkkirinê li ser girtiyan ferz dike, û çarenûsa yê ku red dike îşkence ye

Li Girtîgeha Jimara 1’an a Girtîgeha Şakrana li navçeya Alîaga Îzmîrê gardiyanan xwestiye qawîşên 6 girtiyan biguherînin. Girtî li dijî vê derketine. Gardiyanan li girtiyan daye û cilên wan derxistine. Hat zanîn ku ji ber lêdanê laşê girtiyan reş û şîn bûye.

Ji girtiyan Bariş Îldem tiştên qewimîne bi rêya telefonê ji xwarziyê xwe Kadrî Suer re vegot.

Suer da zanîn ku xalê wî jê re gotiye ji ber cih guhertinê gardiyanan êrîşî wan kiriye û enî û milê xalê wî birîndar bûye û hestiyê çena wî cih hatiye derxistin û xalê wî bi zehmetî axiviye.

Sure diyar kir ku xalê wî gotiye girtiyên din jî bi halê wî ne û di kêliya gardiyanan li wan daye ji girtiyan xwestine bi dengê bilind bêjin “Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im (Ne mutlu Türküm diyene).”

Suer got ku xalê wî ragihandiye ku ji ber ku wê gotinê qebûl nekirine gardiyanan hin bêtir li wan daye û ji bo raporê xwestine biçin nexweşxaneyê lê bes sewqa wan çênekirine û da zanîn ku xalê wî gotiye niha ew 13 kes di qawîşek 3 kesî de dimînin.

Parêzerê Îldem, Sûat Çetînkaya jî diyar kir ku ew ji malbatê haydar bûye ku vê muameleyê anîne serê miwekîlê wî û ew ê têkildarî mijarê gilî bike.

Back to top button