ManşêtNûçe

Rayedarekî lîbyayî hişyarî da ku dewleta Tirk Lîbyayê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

Rayedarekî darayî yê Lîbyayê hişyarî da ku dewleta Tirk dikare pereyên Lîbyayê di bankên Tirkiyê de bi kar bîne da ku nirxê pereyê xwe yê paşveçûyî bilind bike.

Serokê Komîteya Aloziya Diravan a Banka Navendî ya Lîbyayê li Bîngaziyê Remzî El-Exa ji toreya El-Erebiye re got tirsa windabûna pereyên Lîbyayê li Tirkiyê heye.

Remzî El-Axa diyar kir ku hilweşîna diravê Tirkiyê ji ber vîrusa koronayê û siyaseta derve ya Erdogan, ji ber vê yekê Banka Navendî ya Tirkiyê nikare deynan bide û wiha dewam kir: “Ji ber aloziya aborî, dibe ku dewleta Tirk pereyên Lîbyayê bi kar bîne da ku qîmeta lîreyê Tirk vegerîne.”

ANHA

Back to top button