Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) weşandine, yekîneyên taybet bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî re du operasyonên hevbeş li herêmên El-Herce û El-Ezba yên li gundewarên Dêrazorê pêk anîn.
Navenda ragihandinê destnîşan kir ku di encama her du operasyonan de 5 çete hatin girtin û gelek cebilxane û alavên teknîk jî desteser kirin.
Lê QSD`ê têkildarî nasnameyên çeteyên ku hatine girtin û girêdayî kîjan alî ne, agahî belav nekirin.
ANHA