ManşêtNûçe

QSD`ê komxebatek ji bo şêx û rûspiyên êlên kantona Qamişlo li dar xist

Îro Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi dirûşma “Şêx û rûspî soz didin QSD`ê ku li hember kiryarên dijmantiyê û guhertina demografiyê ku raberî pêkhateyên herêmê têne kirin bi yek rêziyê dê berevaniyê bikin” komxebateke êlan li dar xist.

Di komxebatê de ku li hola Zana ya li Qamişlo li dar dikeve, bi sedan şêx û rûspiyên êlên Kurd û Ereb û Rewşenbîrên kantona Qamişlo û oldar hazir in.

Armanc ji lidarxistina komxebatê; şermezarkirina êriş û siyasetên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetên bicihkirina penaberên Sûriyê, guhertina demografiyê û sûcên çeteyên wê li herêmên dagirkirî ye.

Li gorî Komîteya Amadekar, di bernameya komxebatê de dê destpêkê endama Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Bêrîtan Mihemed rewşa siyasî binirxîne û dê beşdarên komxebatê geşedanên dawîn ên li herêmê gotubêj bikin.

Her wiha tê payîn ku komxebat bi encamnameyekê bidawî bibe.

ANHA

Back to top button