ManşêtNûçe

​​​​​​​QSD`ê duyemîn mezintirîn depoyên çekan ê DAIŞ`ê desteser kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand, ku kopiyek jê gihîşt ber destê me. Tê de hat eşkerekirin ku hêzên wan bi operasyoneke taybet tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn re, duyemîn mezintirîn depoyên çekan ê DAIŞ`ê desteser kiriye.

Daxuyanî wiha ye:

Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên taybet û berdewamkirina Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ya li dijî şaneyên terorîst ên DAIŞ`ê, hêzên me bi operasyoneke taybet tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê miqadareke mezin a çek, cebilxane û madeyên teqemeniyê ji bo şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hatibûn amadekirin û li gundê Qîrwan ê li gundewarê başûrê Til Hemîsê hatibûn veşartin, hatin desteserkirin.

Di operasyona kontrolkirinê ya hêzên me li gorî agahiyên îstixbaratî û mikurhatinên hejmareke endamên şaneyên terorîst yên di operasyonên dawîn de li kampa Holê hatibûn girtin, pêk anîne de, hêzên me karîbûn rêgeha wan çek û cebilxaneyê diyar bike û desteser bike. Şaneyên terorîst mezreayek ji bo komkirin û depokirina wan çekan bi kar dianî. Hêzên me dest bi lêpirsînan kir da ku xetên piştgiriyê û rêya gihandina wê herêmê û endamên ku vî karî hêsan dikin, bizanin.

Ev cihê veşartî ji mezintirîn depoyên çekan in ku hêzên me piştî şerê Baxozê dîtiye, her wiha piştî şerê Girtîgeha Sînaayê derbeyeke mezin a ji rêxistina terorîst re ye.

Li gorî lêpirsînan û agahiyên îstixbaratî, rêxistina terorîst hewl dida wan çek û cebilxaneyê di êrişeke muhtemel a li ser kamp û gundewarê bajarokê Holê yê rojhilatê Hesekê de bi kar bîne. Ev yek di çarçoveya planeke mezin a hemwextî êrişa li ser girtîgeha Sînaayê de hatibû amadekirin, pêk tê. Piştî ku êriş hate têkbirin, rêxistina terorîst berê xwe da planek din û car din hewl da êrişî kampa Holê bike. Ji ber tedbîrên ewlehiyê yên hêzên me û operasyonên destwerdana lezgîn, her wiha binçavkirina gelek endamên şaneyên terorîst, plana xeternak a terorîstan bi ser neket.

Tevgerên şaneyên DAIŞ`ê yên terorîst hemwextî gef û êrişên din ên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Êdî raya giştî bi derfet û têkilliya eşkere ya di navbera êrişên dagirkeriyê û planên tevgerê yên DAIŞ`ê de dizane. Asta koordîneya di navbera êrişên her du aliyan de zêde bû. Hêzên me jî nehiştin ku DAIŞ sûdê ji mercên ku dagirkeriya Tirk ji bo şaneyên terorîst yên DAIŞ`ê peyda kirine, sûdê bigire û tê li hewldana rêxistina ya amadekirina endamên xwe bi çekan ji bo tevgera li herêmê hemwextî êrişeke Tirkiyê ya muhtemel, girt. Di lêpirsînên ku hêzên me kirine de koordîneya eşkere û plankirî ya di navbera her du aliyan de ji bo destdirêjiya li ser herêmên me û vekirina dergehekî din ji şaneyên DAIŞ~ê yên têkçûyî re, hat piştrastkirin.

Vê operasyonê derbeke din li rêxistina terorîst a DAIŞ`ê û piştevanên wê xist û hêza wê qels kir. Ev yek car din xeteriya tevgera rêxistina terorîst piştrast dike, ligel paşguhkirina hin aliyên navneteweyî ji mercên ku alîkariyê didin mayîna DAIŞ`ê û di serî de gefên dewleta Tirk a dagirker.

Hêzên me herêmên li Sûriyê û cîhan tevahî ji xeteriya rêxistina terorîst a DAIŞ`ê rizgar kir û di oxira wê de fedekariyên mezin da. Em tekez dikin ku em ê têkoşîna xwe ya rewa li dijî vê rêxistina terorîst li herêmê û li dijî hemû gefan bidomînin. Em car din bang li civaka navneteweyî dikin ku li hember herêmên me bi berpirsiyariyên xwe rabin, ku hemwextî êriş û planên DAIŞ`ê rastî êrişên din ên dewleta Tirk a dagirker tê ya ku hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û aramî û îstiqrara li herêmê têk bibe.

Miqdar û cureyên çekên ku li Qîrwan hatine dîtin, wiha ne:

1- Çekên AK-77: hejmar (58)

2- Çekên M72 LAW: hejmar (1)

3- Tivinga MG3: hejmar (1)

4- Dengirê çekan: (8)

5- Bombeyên destan: (19)

6- Şarjora çeka AK-47: (596)

7- Şarjora dabanca: (2)

8- Şarjora çekda M-16: (2)

9- Dûrbîna şevê: (1)

10- Dûrbîna RPG-7: (1)

11- Rext: (38)

12- Rextên ji bo bikaranînên deryayî: (40)

13- Bombeyên RPG-7: (200)

14- Dagirtina RPG-7: (149)

15- Fîşekên AK-47: (12310)

16- Fîşekên BKC: (3140)

17- Fîşekên M16: (5400)

18- Fîşekên AKS: (900)

19- Fîşekên doçka 12,5: (79)

20- Telefoneke destan a normal ji bo karên teqemeniyê: (358)

21- Cîhazê bêtêl ê leşkerî: (5)

22- Mayînên erdê: (5)

23- Mayînên bi erebeyan ve dizeliqin: (14)

24- Miqdareke mezin ji madeyên teqemeniyê (TNT), mayîn, madeyên dikevin çêkirina mayînan

ANHA

Back to top button