Der barê gefên dawî yên serokkomarê dewleta Tirk de yên li ser êrişên nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:
“Tu guhartinên stratejîk di belavkirina hêzên navnetweyî yên garantor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tune ne. Germkirina rewşê û nîşandana hêzê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di çarçoveya hewldanên derbekirina îstîqrarê de ye, her wiha armanca dagirkeriyê jinûve zindîkirina DAIŞ’ê ye.
Hêzên me asta gefên dewleta Tirk ên aktîf û pêşbîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn dikin û agahiyan bi hêzên navneteweyî yên garantor re parve dikin.”
ANHA