ManşêtNûçe

QSD: Îdiayên dewleta Tirk ne rast in

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh daxuyaniyek da û tê de got: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal, îdia kir ku şervanên me êrişî baregehên wê yên li herêmên dagirkirî kirine û di encamê de jî 9 şervanên me şehîd bûne.”

Navendê piştrast kir ku ev nûçe ne rast in û dewleta Tirk bi belavkirina van nûçeyan dixwaze êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bike.

ANHA

Back to top button