ÇalakîManşêt

Kuştina jinan li Dirbêsiyê hate şermezarkirin

Yekîtiya Jina Ciwan û Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li navçeya Tirbespiyê meşek berfireh li dar xist bi armanca li dijî zilmê û tundiya li dijî jinê pêk tê, her wiha rawestandina kuştina jinan bi taybet piştî kuştina jina ciwan.

Meş ji pêşiya navenda ciwanên şoreşger dest pê kir bi beşdarbûna bi dehan ji jinên ciwan, di meşê de drûşmeyên bi dwaî kirina kuştina jinan û tudiyan li ser bisekinînin berzkirin, meşevanan li kolanên sereke meşiyan heta gihaştina çerxereyê.

Dema gihaştina meşevanan li çerxereyê, deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo cangoriyê azadiyê, piştre hevala Emel Mîrzo bi navê rêvebera jina azad axivî, û gotina xwe bi sekinandina kuştina jinan dest pê kir, her wiha tundiya ku li ser pêk tê ji aliyê zihniyeta mêr di civakê de, û îşaret pê kir ku divê jinx we perwerde bike û xweserî û fikra xwe pêşbie, her wiha di dawiya gotên xwe de got: Bi berxwedanê û îradeya azad teqez emê bi serkevin.

    

Back to top button