ÇalakîManşêt

Qedandina komek ji rêveberiyên li navçeya Qamişlo ji dewreyek berwerdeyê

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hejmarek ji rêveberiyên şaxên îdarî û bajaran li navçeya Qamişlo ji dewreya berwerdeyê qedandin, ku hevteyek dom kir, li buroya navçeya Xerbî, bi beşdariya 22 ji rêveberiyan,

Her wiha dewreya berwerdeyê li ser van mijaran bû: (Girîngiya berwerde, Şêwaz û retorîk, Jin û siyaset, zanista jinan, rêveberiya civakê, Mekanîzmaya xebata meclisa jinan.)

Dewreya berwerdeyê ji hêla Ahîn Alî endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dawî bû, ku li ser mekamîzmaya xebata meclisa jinan di partiyê de axivî, û li ser avahiya rêxistinî û çawaniya aktîfkirina rola jin bi awayekî mezintir hat nîqaşkirin, û tekez kir û got:”Bi rihê serketina Garî, berxwedana êmralî û heştê roja Adarê cejna Jin a cîhanê em ê li ser şopa şehîdên ên ji bo bidestxistina jiyanek azad canê feda kirin bimeşin”.

 

Back to top button
Close