DaxuyanîManşêt

PYNK’ê êrîşên dewleta Tirk li ser kampa Mexmûrê şermezar kirin

Patiyên Yekîtiya Niştimanî yên Kurdî duh 7’ê Pûşper 2021 li qada jina azad daxuyaniyek da, bi beşdariya partiyên siyasî. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagikeriya dewleta Tirk li ser kampa koçberên Mexmûrê û çiyayên Kurdistanê,

Daxuyanî ji bo raya giştî

Em wek partiyên konevanî yên li herêma Firatê êrîşên dagirkerên Tirk li ser kampa koçberên Mexmûrê û çiyayên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin

Li gorî zagonên navneteweyî mafê çarenivîsê mafekî rewa ye, her netewek bi hêsanî dikarê mafên xwe wergirin, lê Kurd li tevahî beşên Kurdistanê ji bo wî mafî her têdikoşin, ta rojekê ew jî wekî tevahî neteweyên din ên di rojhilata navîn de bi maf û azadiya xwe jiyan bikin, lê dijmin dixwazin kurdan wekî kole bê hastên niştimanî bihêlin, ji ber vê yekê her çirûskek ji bo azadiya kurdan li devereke Kurdistanê diyar dibe, ji aliyên hovên artêşa degirkerên Tirkiyê ve, ew ronahî dikeve bin gefan.

Dewleta Tirk ji serdema Osmanî de, ta roja îro her gelê kurd kiriye armanca kiyarên xwe yên qirêj û di wê yekê de domdar e, di dema dawiyê de artêşa Tirk bi erêkirina PDK’ê hovîtiya xwe li çiyayên Kurdistanê berdewam dike, lê cihê xemgîniyê ye ku Partîya Demoqratîk a Kurdistanê li dewsa li pêş hovîtiya dewleta Tirk bisekine û serweriya Başûrê Kurdistanê biparêze, dibe hevkarê artêşa dagirker di kiryarên wan de, di 5’ê Pûşpera 2021’an de, çekdarên girêdayî bi Partiya Demoqratîk a Kurdistanî PDK’ê de bi mabesta ku rewşê li Gerîlla tengav bikin tevgerek li çiyayên Metîna lidarxistin, di encamê de pêc cekdarên PDK’ê jiyana xwe ji dest dan, ev pêlanekî sazkirî bû ji aliyê artêşa tirkiyê de, artêşa Tirkiya erebeya wan kir armanc, vêca tewan jî baş hatibû amade kirin ku têxin situyê hêza Gerîlla, ev pêlan metirsiyek mezin e li ser destkeftiyên gelê kurd li Başûr û Rojavayî Kurdistan, hişariyak ji bo van pêlanan ji civaka me de pêwîst e.

Em Partiyên Yekîtiya Niştimanî yên Kurdî li herêma Firatê bi tundî hemahengiya PDK’ê ligel dagirkerên Tirk li dijî şervanên azadiyê şermezar dikin, her wiha em bang li tevahî gelê kurd û hêzên wê yên siyasî û civaka sivîl dikin, bi taybetî gel û hêzên kurdî li herêma Kurdistanê ku bi erkên xwe yên dîrokî rabin, rê li planên Tirkan bigirin û li pêş destwerdanên artêşa Tirk li ser Başûrê Kurdistanê bisekinin, Tirkiyeya hewl dide ku şerekî navxweyî derxe holê û ewlehî û aramiya heyî di nava civaka me de têk bibe. Her wiha em bang li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku statuya li herêmê hatî avakirin û serweriya wê ji dagirkerên Tirk biparêzin û dewleta Tirk wekî degirker nîşan bidin.

Na ji birakujiyê re, erê ji berxwedana gelê kurd, li hemberî dakirkerên Tirk re.

Back to top button