ÇalakîManşêtNûçe

PYD’ê di konê rûniştinê yê Minbicê de binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Minbicê, di konê rûniştinê de ku ji aliyê saziyên olî ve li Minbicê û gundewarê wê li dijî binpêkirinên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya avahiya Ciwanên Şoreşger hatiye vedan, axaftinek kir.

Axaftin ji aliyê rêveberê nivîsgeha rêxistina partiyê Reîm Derwîş ve hat kirin û di destpêka axaftina xwe de wiha got:

Gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di qonaxeke gef, êrîş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker dijîn ku hewl dide împratoriya xwe vegerîne di avakirina dewleta bav û kalên xwe yên Osmaniyan de û dagirkirina parçeyên nû ji xaka Sûriyê û her tim bi rêya şaneyên xwe û çeteyên xwe hewl dide aloziyê li herêmên ewle çêbike, da ku aloziyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêbike, lê em bi yekdengî li hember binpêkirinên dewleta faşîst li ser herêmên me radiwestin.

Di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dewleta Tirk rawestîne bi pêkanîna oerasyonên wê yên leşkerî li ser herêmên me yên bi ewle, ew parçeyekin ji xaka Sûriya, û girtina qada hewayî li ber balafirên dagirkeriya Tirkî, her wiha em bang Netewên Yekbûyî û hêzên navendî dikin bi şandina hêzên Neteweyî ji bo parastina sînorê me yên bakurî ku bi çavên xwe binpêkirinên dagirkeriya Tirkî bibînin.

Rehmet ji bo giyanê şehîdan û ji birîndaran re şifaya lezgîn û ji bo gelên azadîxwaz serkeftineke teqez.

Back to top button