ÇalakîManşêt

PYD’ê civînek rêxistinî li bajarê Almanya ”Munster” li dar xist

Di çarçoveya civînên rêxistinî de yên ji hêla Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji bo pêşxistina mekanîzmeya kar û çalakkirina rola endamê partiyê bi awayekî mezintir, komîteya rêveberiyê ya partiyê li Ewropa duh 25’ê Gulanê civînek rêxistinî li bajarê Almanya “Munster” li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre rewşa siyasî bi giştî û rewşa rêxistinî ya partiyê li Almanya bi taybet û li Ewropa bi giştî hat nîqaşkirin.

Di civînê de li ser bûyerên lezgîn ên ku herêm tê de derbas dibe axivîn, û pêwistiya li hember hemû pirsgirêkan bisekinin, tekez kirin.

Civîn li ser pêdiviya bi karanîna mekanîzmeyek taybet were pejrandin ji bo pêşxistina kar û rêxistin di navbera endamên partiyê û çalakkirina rola wan li ser asta Almanya bi taybet û li Ewropa bi giştî, tekez kirin.

Di dawiya civînê de li ser pêwistiya pêşxistina aliyên hişmendî û çandî li cem endaman ji bo tevlî xebata rêxistinî bi awayekî çalak, piştrast kirin.

 

Back to top button