ÇalakîManşêt

PYD’ê beşdarî merasîmê derçûna dewreya perwerdeyê li ekadîmiya şehîd “Dilsoz” dibe

Endamên ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdarî merasîmên derçûna dewreya nû ya leşkerî ji bo Hêzên Xweparastinê û Hêzên Komandos, dewreya çilemîn bûn, li ekadîmiya şehîd (Dilsoz), her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk, nûnerên Rêveberiya Xweser, rûspiyên şêxên êlên herêmê, û hejmarek ji saziyên sivîl û leşkerî, tevî malbatên didaran beşdarî merasîmê bûn.

800 şervanên ji bakur û rojhilatê Sûriyê tevlî dewreya perwedeyê bûn,ku dewra navê şehîd “Şerfan” hate kirin.

Kesên ku tevlî dewreya perwerdeyê bûn, ku çil û pênc rojan dom kir, dersên hunerên leşkerî û her wiha dersên rewşenbîrî û siyasî girtin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, û dewreyeke leşkerî ji aliyê hêzan ve hate pêşkêşkirin, û tê de pêşandanên hunerên şerî yên ku wan di dewreya perwerdeyê de wergirtibûn, hebûn.

Di merasîman de, Nûrî Mehmûd bi navê Yekîneyên Parastina Gel gotarek pêşkêş kir û tê de girîngiya dewreya perwerdeyê nîşan da.

Her wiha diyar kir: “Hemû alî hewl didin ku projeya me ji holê rakin û hewl dane ku biryara meclîsên zagonî û biryara xweparastinê ji holê rakin, û hemû  bûyerên ku li Minbic û deverên din qewimîn, ji bo çandina nakokiyê bûn di navbera gelên herêmê û rêvebiriyê de, lê wan bi saya vîn û hişyariya zarokên me li hember van komployan di planên xwe de têk çûn.

Nûrî Mehmûd destnîşan kir: “Her leşkerekî ku îro berwerdeya xwe bi daw kir berpirsiyariya parastina gelê xwe, rûmeta xwe û welatê xwe hildigire ser xwe, û xebat ji bo bidestxistina armancên şoreşê ji bo gihandina gelê Sûriyê bo welatekî demokratîk û azad, ku tê de her kes dikare bi rûmet û vîna xwe bijî.

   

Back to top button