ÇalakîManşêtNûçePYD

PYD û şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Mihemed Emîn oxir kirin

Duh, Şemiyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li herêma Reqayê beşdarî merasîma oxirkirina şehîd (Mihemed Emîn El-Mustafa) bû, bi amadebûna bi sedan kesan meclis û saziyên sivîl û leşkerî li kantona Reqayê.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê destpê kir.

Piştre çend gotin hatin pêşkêşkirin – bi navê hêzên Eniya Kurd û axaftinek bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê – û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina riya şehîdan heta ku dagirkerî were şikandin û serkeftinê bidestxistin

Merasîm bi xwendina belgeyên şehadetê bi dawî bû û ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê ve radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Back to top button