ManşêtNûçe

PYD û rêxistina Aşûrî tekez dikin li ser piştgiriya Rêveberiya Xweser û pêşxistina wê

Duh 14 Eylûnê şandeyek ji partiya Yekîtiya Demokrat serdana Rêxistina Aşûrî  a Demokratîk kir, ji bi nîqaş bikin li ser danîna mekemîzmeya xebata hevbeş di navbera Partiyê û Rêxistinê bi armanca pêşxistina saziyên Rêveberiya Xweser.

Şandeya çû serdanê ji: Hevseroka hevbeş ya buroya têkiliyan Rohat Mele  û Xelîl  Osman, Qehreman Mmed endamê meclisa giştî, her wiha ji aliyê: ” Daûûd Daûûd berpirsyarê rêxistina Aşûrî ya Demokratîk, Kabriyêêl Koriya û Kebro Romanos endamê buroya rêveber û Beşîr Sedî endamê ewlegiya giştî ya rêxistinê hatin pêşwazî kirin.

Di navbera herdu aliyan li ser rewşa Sûrî nîqaş kirin û bandora aloziya Sûrî li ser gel, her wiha herdu aliyan tekez kirin ku gelê Sûrî dixwazin Sûriyeyek Demokratîk ne navendî bi hemû pêkhateyên wê û danîna destûrek demokratîk hemî mafên pêhateyên gel misoger dike.

Di dawî de herdu aliyan destnîşan kirin ku axa Sûrî bûye qadek pêvçûnên siyasî û leşkerî û aborî, û divê hemû aliyan xebat bikin li ser bi dawîbûna şerê li Sûriyeyê.

Back to top button