DaxuyanîManşêt

PYD sersaxî ji malbata şehîd Îdrîs Elî Subaşî re xwest

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) sersaxî ji malbata şehîd Îdrîs Elî Subaşî û gelê Kurdistanê re xwest, tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta şehîdan da.

Di daxuyaniyê de wiha hat: “Hevrê Îdrîs kesayetek welatparêz bû, piştî ku doza gelê xwe fêm kir, tevî têkoşîna rizgariya Kurdistanê bû û ji bo azadiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê tê koşiya. Ji ber rihê wî yê welatparêzê, bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê hat Rojava û li hemberî DAIŞ′ê şer kir. Piştî têkbirina DAIŞ′ê jî tev li nava Partiya Yekitiya Demokratîk bû û heta dawiyê têkoşîna azadiyê berdewam kir.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji ber îşkenceya ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve rewşa tenduristiyê ya Îdrîs xirab bû û di 27′ê Cotmeha 2023′yan li nexweşxaneyên bajarê Hesekê şehîd bû.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, şehîd Îdrîs kesayetekî têkoşer bû, mutewazin bû, eşqa wî ya ji xak û welat re xurt bû, mînaka fedakarî, dilsoziya bi gelê xwe û doza wî re ye. Her wiha hate diyarkirin ku ruxmî tevahî mercên zehmet ên ku tê re derbas bû, şehîd Îdrîs dev ji têkoşînê berneda û heta roja dawî ya jiyana xwe tê koşiya.

Di daxuyaniyî de hate tekez kirin ku ew ê têkoşîna şehîd Îdrîs berdewam bikin û armanc û xeyalên wî bi cih bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Hevrê Îdrîs û tevahî şehîdên ku beşdarî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibûn, yekitiya rasteqîn îfade kir û îsbat kir ku Kurdistan, Kurdan di aliyê manewî de parçe nake. Her wiha diyar kirin ku her çiqasî dijminê gelê Kurd cudahî û parçebûnê çêbike jî, dê yekitiya rihî û armanc zindî bimîne. Şehîd dema ya borî  û îroyîna me ne. Bi şehîdan em yekitiya xwe ava dikin û hêza xwe xurt dikin. Dê ala şehîdan her tim li ba be û dê têkoşîna wan bidome. Careke din em sersaxiyê ji gelê xwe û mabata şehîd re dixwazin. Dê serkeftin para doza gelê me be.”

Back to top button