ÇalakîManşêtPYD

PYD- Lubnan bang li kurd û pêkhateyên Sûriyeyêkir: Li hember sûcên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê bisekinin

Partiya Yekîtiya Demokrat – Rêxistina Lubnan, bang li gelê kurd û tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê kir ji bo hevgirtin, yekbûn û têkoşîna bi hev re li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û komên girêdayî wê.

Rêxistina partiyê li Lubnanê komkujiya ku çekdarên girêdayî çeteyên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” ya girêdayî “Îtîlafa Sûrî” ya têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê li navçeya Cindrêsê di êvara cejna Newrozê şermezar kir.

Rêxistina PYD li Lubnanê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku mudaxele bike derbarê bûyerên ku li Efrînê çêdibe û dagirkeriya Tirkiyeyê bi dawî bikin, û derxistina tevahiya komên çeteyên girêdayî dagikeriyê, û radestkirina îdareya Efrînê ji gelê wê re, û misogeriya vegera ewle ji koçberan re.

Back to top button