ÇalakîManşêtPYD

PYD li Silêmaniyê civîneke girseyî li dar xist

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê civîneke girseyî li dar xist, li navçeya Baziyan ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê.

Di nava rêzcivînên gelêrî ku nûnertiya partiya me li herêma kurdistanê pêk tîne, nûnertiyê civînek ji civata Rojava re li dar xist, tê de li ser rewşa siyasî ya ku herêm tê re derbas dibe bi giştî û rojava bi taybet, axivî, wekî din li ser rewşa rêxistinî têkildarî rojava û penaberên kurd ên herêmê.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadiyê, ji aliyê xwe ve “Bêrîvan Mihemed” endama nûnertiya PYD li herêma kurdistanê bi xêr hatina beşdaran kir, û tekez kir li ser pêwistiya li dar xistina mîna van civînan, piştre rêveberiyê buroya nûnertiyê “Xelîl Efrîn” li ser pêşketin û geşdanên siyasî li rojava biaybet û herêmê bi giştî axivî.

Di heman çarçoveyê de bal hat kişandin li ser rewşa rêxistinî ya penaberan li herêmê, Xelîl Efrîn tekez kir li ser pêwistiya rêxstina gel bi xwe ve, bi taybet di siya pêvajoya hestiyar ji temenê herêmê, û li dijî tevahiya pirsgirêkan ku li hemberê penaberan derdieve bisekinin.

Di dawiya civînê de, deriyê nîqaşê hat vekirin ji bo beşdaran û pêşkêşkirina pêşînyaran.

Back to top button
Close