ÇalakîManşêtNûçePYD

PYD li Silêmaniyê beşdarî panela bi sernavê “Bandora Guhertinan li ser Pêşeroja Rojava” dibe

Duh, Şemiyê, şandeke ji nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Herêma Kurdistanê beşdarî paneleke diylogê bû bi navê “Bandora Guhertinan li ser Paşeroja Rojava” ya aliyê Dr.Serbest Nebî, Mamosteyê Felsefeya Siyasî li zanîngeha Koyê, li salona “Kurdistan Newa” ya parêzgeha Silêmaniyê.

Panela diyalogê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê destpê kir.

Piştre Dr.Serbast Nebî behsa qonaxên şerê li Sûriyê bi giştî û şoreşa Rojava bi taybetî kir û bal kişand ser êrîşên dubare yên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava û dagirkirina wê ya li ser Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û sedemên wê. Û sedemên dijminatiya dîrokî ya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan bi giştî û bi taybetî li Rojava.

Dr. Sarbst bal kişand ser rêyên ku karibin li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin û çawaniya serkeftina şoreşa Rojava.

Di dawiyê de beşdaran bi destwerdan, nêrîn û bersivên pirsên wan panel dewlemend kirin.

Back to top button