ÇalakîManşêtPYD

PYD li Şehbayê 18’emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, îro di dîroka 20’ê Eylûnê bi boneya hejdehmîn salvegera damezirandina partiyê şahiyek li dar xist, şahî li navçeya Til Rifet hat li dar xistin bi beşdariya endam û rêveberiyên partiyê, wekî din beşdariya endamên meclisa navçeya Til Rifet û Kongreya Star û Partiya Sûriya Pêşerojê, rêveberiya kantona Şehbayê û kesayetên serbixwe.

Di destpêka şahiyê de, endamê Meclisa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Esed Menan” axivî, û bi xêrhatina beşdaran kir û bi boneya derbasbûna 18 salan ji têkoşîna partiyê endaman pîroz kir, û li ser dîroka partiyê axivî ji destpêka damezirandina wê heta roja me ya îro, her wiha di xaftinên xwe de li ser armancên partiyê behs kir.

Piştr bi navê Saziya Malbatên Şehîdan “Reîd Mihemed” axivî û beşdaran pîroz kir bi vê boneyê û zelal kir ku partiya me gelê me û gelên Sûriyeyê gav bi gav ber bi azadiyê ve bir.

Paşê jî bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê “Newroz Hec Xelîl” axivî, û bi vê boneyê, wê pîrozbahî li beşdaran kir û hêviya berdewamiya meşa niştimanî ji bo aramiya Sûriyê kir, û hevgirtina xwe bi partiyê re di bin dirûşma biratiya gelan û jiyana hevbeş de teqez kir.

   

    

   

Back to top button