ÇalakîManşêt

PYD li Lubnanê bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina partiyê şahiyek li dar dixe

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rêxistina Lubnanê ye, duh Yekşemê bi boneya 19emîn salvegera damezrandina partiyê şahiyek li dar xist

Di şahiyê de endamên partiyê û nûnerên Koordînasyona Kongra Star û şêniyên civaka Kurd li Lubnanê amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna canê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Meyada Erebo axaftinek kir, di destpêka axaftina xwe de behsa tekoşîna partiyê ji dema damezrandina wê û rewş û kêşeyên qonaxa ku partî tê de hatiye damezrandin kir.

Meyada destnîşan kir ku partiyê bi îradeya têkoûerên xwe kariye qonaxên herî giran derbas bike û bi hemû hemlatên tinekirinê ku ji aliyê rejîma Baas û desthilatdarên faşîst ên Tirk ve hatine destpêkirin, re rû bi rû bimîne û ji bo bidestxistina hêvî û daxwazên gel gelek şehîd dane.

Her wiha axaftinek li ser navê ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat li Lubnanê hat pêşkêşkirin û tê de tekezî li ser girîngiya rola ciwanan di partiyê de û pêwîstiya bihêzkirina rêxistina ciwanan ji bo rûbirûbûna her cure şerê taybet ku di rêza yekem de wan dikin hedef, kir.

Li ser navê Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê axaftinek hat kirin û pîrozbahî li partiyê kir û rola wê ya têkoşînê nirxand.

Şahî bi pêşkêşkirina govendên folklorîk û stranên şoreşgerî ji aliyê koma “Welatê Rojê” ve bi dawî bû.

 

Back to top button