ManşêtNûçe

Piştî Fransa…Almaniya li ser qedexkirina koma “Gurên Boz” ên Tirkiya tundraw erê kir

Piştî Fransayê ku koma”Gurên Boz” qedexe kir bi sedema çalakiyên wê ên tundraw, perlementoya Almaniya li pêşnûmeya qanûnek ku ji hêla 5 newabên partiyan hat pêşkêşkirin ku van komên rastgir ên girêdayî dewleta Tirk qedexe bike pejirand.

Çalakiyên komên netewperest ên Tirkî tundraw di dema dawî de li hin dewletên Ewrpoî hatin şopandin, piştî ku hin tundrawên girêdayî “Gurên Boz” peykerê qurbaniyên qirkirina Ermeniyan li Farasyaê xerakirin, wekî din nivîsandina hevokên “Gurên Boz” û tîpên destpêkê ji navê serokê Tirkiya Receb Teyîb Erdogan, ku ev kom bi awayekî rasterast di bin fermanên wî de ne li gorî çend raporan.

Hêjayî gotinê ku 5 newabên partiyên Alamaniya, projeyek pêşkêşî parlamentoya federal kirinbûn di der barê qedexkirina çalakiyên koma “Gurên Boz” li Alamaniya, û sucdarkirina kesên girêdayî wê, mîna ku Faransayê vê dawiyê kir.

Back to top button