DaxuyanîManşêt

Pîrozbahî bi boneya meha Remezanê ya pîroz

Em îsal meha Remezanê ya pîroz bi hastên serbilindahî pêşwazî dikin, ji wan re movîtek ji dilsoziyê û domdariya tîkoşîn û xebatê de ji bo gihaştina civakek demokratîk azad digrin.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ji vê meha pîroz nirxên mezin û movîtek ji dilsoziyê digrin di domdariya li hember pirsgirêkan û domandina berxwedanê de ji bo bidawîkirina hemû awayên dagirkirinê û rizgarkirina bajar û gundên me yên dagirkirî û vegerîna gelên me yên bi zorê koçberbûn ji warên xwe, em bi hev re wateyên bratiyê dilsoz û jiyana hevbeş di navbera hemûyan belav bikin, em hêvî dikin ku Xwedan alîkariya me hemîyan bike da ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin û riya xwe ya neteweyî bidomînin.

Bi vê boneyê pîrozbahiyan ji hemû girseyî gelê xwe û hemû misilmanan di cîhana Îslamî de radighînin, tekez dikin li ser pêwistiya parastina nirxên vê meha pîroz û kar bikin li ser mayîna rihê Îslamê ya resen û dua dikin ku Xwedan vê mehê bike mubarek li ser hemûyan, Xwedan ji we re vegerîne bi xêr, yemen û bereketê.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-4-12

Back to top button