DaxuyanîManşêt

Pîrozbahî bi boneya cejna Qurbanê

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojavayê Kurdistanê pîşwaziya cejna Qurbanê ya vê sale dike di nava pêşketin û bûyerên nû girêdayî Sûriyeyê, herêmê û cîhanê bi giştî; di dema ku hejî derfetên çareseriya kirîza Sûriyeyê widayîne yan ne çalakin û hêjî terorîst û dagirkeriya Tirkiyeyê xwe ferz dike bi hêz li ser qada Sûrî û herêmî.

Li kêleka rewşa tenduristiyê ya xirab ji ber belavbûna Koronayê, û tevî biryarên agirbestê jî lê dewleta Tirk û çeteyên wê herêmên me dikin hedef, bi hemû şêwazan hewil didin ku sûdê ji lihevkirinên heyî û rewşên ku herêm tê de derbas dibin bigrin, da ku dagirkeriya xwe berfireh bike, û sûcên derexlaqî yên pêk bîne der heqê herêmên ku Tirkiyeyê û çeteyên dagirkirine.

Bi boneya hatina cejna Qurbanê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD em hemû malbatên şehîdan, birîndarên şer û hemû gelên Sûriyeyê û civaka Îslamî pîroz dike, û em bi hêvî ne ku ev bone bibe riya pêkanîna aştî û aramiyê, her wiha em bang li tevahî pêkhateyan dikin ku parastina yekîtî û hevgirtina xwe bikin û hemû hêzên xwe bikin yek da ku aramî û aştiyê pêk bînin û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî.

Em soz didin gelên xwe yên koçberkirî ji Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî û emê bi hemû hêz û israr berdewam bikin li ser pêşxistina têkoşînê li dijî dagirkeriyê û misogerkirina vegerek saxlem û bi rûmet ji gelên xwe re û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî.

Em di meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD kiryarên Tirkiyeyê ji herêmên Zirgan, û Minbic û tevahî herêmên ewle û aram şermezar dikin.

Di dawî de, em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku bi rihê berpirsiyartiyê tev bigerin, û tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina Koronavîrûsê pêk bînin.

Bi hêviya tendûritiyê ji her kesî.

Her sal û tevahî gel bi xêr be.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2020-7-30

Back to top button