DaxuyanîManşêt

Pîrozbahî bi boneya Cejna Paskalya

Sibe roja Yekşemê Cejna Paskalya (cejna Qiyametê) derbas dibe yê ku zemenê wê herdem nû dibe û pê re nameyên bratiyê û rêzgirtina mirov ji birayê wî re bi xwe re tîne, û wateyên baweriya kur û fedekariya ji bo mirovahiyê ya di laşê Mesîh û êşên wî ji zilm û tarîtiyê de, dihesibînin ku cejin nameyek ji hezkirin û aştiyê re ye ji bo tevahiya mirovan, hêvî dikin ku pêvçûnên xwînî û şer xelas bibe ya ku hêza xweza û mirovan westand.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de, bi vê boneya pîroz em pîrozbahiyê herî gerim ji birayên xwe yên feleh re li tevahiya cîhanê û di Sûriyeyê de bi taybet pêşkêş dikin, em bi wan re vê pîrozbahiyê pîroz dikin, em ji Xwedyê mezin re daxwaz dikin ku aramî û aştî serdest be li tevahiya Sûriyeyê bi dawîkirina dagirkeriyan û vegerîna koçberan li warên xwe, û têkiliyên biratiyê di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê xort bike.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat

 2021-5-1

Back to top button