Bi boneya ji dayikbûna El-Seyid El-Mesîh û cejna Sersalê ya nû; Em bi pîrozbahiyên herî bedew û germ xwişk û birayên Xiristiyan ên li Sûriye û cîhanê, û li gelê xwe yê Kurd û hemû gel û pêkhateyên Sûriyê pîroz dikin.
Bi vê boneyê, em bang li hemû gel û pêkhateyên Sûriyeyê dikin ku yekîtiya xwe ya neteweyî biparêzin û jiyana hevbeş pêşve bixin, û em bang li hemû hêzên neteweyî jî dikin, partî, rêxistin û kesayetiyên serbixwe jî di nav de, ku bi hev re bibin yek û hewildanên hevbeş ji bo piştgiriya tekoşîna hemû hêzên hêvîdar ên baş, ku dixwazin civakek Sûrî ava bikin û ku kar dikin ji bo bidestxistin û misogeriya dad û azadî ji bo hemû gel û pêkhateyên Sûriyê.
Em di meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, û bi vê boneyê, tekezî li ser girîngiya jiyana hevbeş û toleransa olî di navbera pêkhateyên gelê me de dikin, hêvî dikin ku cejna Noelê û Sersala nû bibe destpêka qonaxek nû, û cejnek baş, ewlehî û aştiyê ji bo hemû gelê me yê Sûrî ji hemû mezhebên olî û neteweyî.
Sersala hemû gel û pêkhateyên Sûriyê pîroz be
Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
2020-12-24