DaxuyanîManşêt

Pîrozbahî bi boneya 1 Gulanê cejna karkarên cîhanê

Îsal Cejna Karkeran li gelê me bi giştî û gelê Kurd bi taybetî jî di şert û mercên siyasî yên hestiyar de derbas dibe, ev qonaxeke çarenûsî û şerekî hebûnî yê ku gelê me bi biryardarî û îradeyeke xurt dimeşîne nîşan dide, hîna jî gelê me ji cîhanê re îsbat dike ku ew parêzevanên aştî, azadî û biratiyê ne di riya projeyên xwe yên demokratîk ku tecrubeyê ew îsbat kir ku çareseriya herî baş e ji bo rakirina zilmê li ser mirovahiyê, lê dewletên ku stûnên desthilatdariya xwe li ser zilm, koletiyê û qirkirina gelan ava dikin hîn jî di riya xwe ya xwînî berdewam in, şerê ku faşîzma Tirk li ser herêmên parastina rewa û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û dûrpêçê û qutkirina avê û talankirina dewlemendiya wê û destdirêjî li dîroka gelên resen pêk tîne, delîle li ser mafdarbûna proje û têkoşîna me li hemberî zaliman, li ser vê bingeha xurt baweriya me bi edaleta têkoşîna gelan zêde dibe.

Yekê Gulanê zencîra serkeftina qenciyê ya li hember xerabiyê, heqîqetê li hember zilmê û rizgariya ji koletiyê ye bi vê boneyê “Yekê Gulanê 2022-5-1 cejna karkarê cîhanê”, Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi hastên biratiyê tevahiya gelê xwe û beşên xebatkarên wê pîroz dikin, û kêfxweşiya xwe di vê roja dîrokî parve dike, roja xelasiyê ji zilmê, her wiha Partiya Yekîtiya Demokrat PYD têkoşîna tevahiya karker û gelan di bidestxistina mafên wan yên rewa silav dike, Ji her kesî re ewlekarî, ewlehî, xweşî û jiyaneke birûmet dixwazin û ev sal bibe destpêka bidawîhatina nakokiyên cîhanî û navneteweyî ku berdêlên giran ên wan ji aliyê karker, kedkar û gel bi giştî tê dayîn.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2022-4-30

Back to top button