
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihand ku cîgirê serokê senatoya Fransayê Pierre Laurent, hevserokê daîreyê Ebdulkerîm Omer, nûnerên Rêveberiya Xweser ên Ewropa û Fransayê Ebdulselam Mistefa û Xalid Îsa li Parisê pêşwazî kirin.
Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, di hevdîtinê de rewşa giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dorpêça li ser herêmên Rêveberiya Xweser, gefên ku heta niha şaneyên DAIŞ`ê çêdikin ku hemwextî gefên dewleta Tirk ên dagirkeriyeke nû pêk tên, hatin nîqaşkirin.
Li gorî malperê, şandeya Rêveberiya Xweser di hevdîtinê de pesnê însîyatîfa parlamenterên fransî û endamên senatoyê da ku banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û naskirina Rêveberiya Xweser kiribûn.
Pierre Laurent jî careke din hevgirtina xwe bi Rêveberiya Xweser re anî ser ziman û piştrast kir û diyar kir ku têkoşîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî DAIŞ û rêxistinên tundraw pîroz dibînin.
Cîgirê serokê senatoya Fransayê Pierre Laurent diyar kir ku divê pêşiya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin, ji ber ku dê trajediyên mirovî çêke û her wiha dê tenê DAIŞ jê sûdê wergire.
ANHA