Tevgera Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê bi boneya hijdehemîn salvegera damezirandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) peyamek pîrozbahiyê şand.
Di naveroka peyamê de wiha hat gotin:
Bi navê Tevgera Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê, em hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat, Meclisa Giştî ya partiyê û hemû endamên partiyê bi boneya hejdehemîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pîroz dikin.
Em hêviyên xweş û serkeftinê di têkoşîna we de dixwazin, heya ku armancên gel ên azadî û demokrasiyê pêk bên.
Em serkeftinê ji we re dixwazin
Silav û rêz ji bo we
Meclisa Siyasî ya Tevgera Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê
2021/9/21