DaxuyanîManşêt

Peyama Sersaxiyê

Xebera koçkirina zû ya endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk, endamê Mala Êzidiyan û Cîgirê Serokê Meclisa navçeya Hesekê rêhevalê hêja Mehmûd Reşo (1977) gihîşt me. ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Rehmetî “Mehmûd Reşo” bi ruhê niştimanperwerî yê wefadar û bi hemû dilpakiyê ve dihat naskirin.

Mehmûd Reşo ji malbateke niştimanperwer û têkoşerekî kevn e, tevlî Partiya Yeîtiya Demokrat bû ji destpêka damezirandina wê, di wê demê de hevserokê şaredeariya Sifeya bû.

Bi vê boneya xemgîn Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD sersaxiyê ji malbata wî û tevahiya endamên partiyê re dixwaze, xwediyê jînenîgariyeke xweş, û dilekî dilpak di xizmeta welat û gelê xwe de ye, ji Xwedayê mezin dua dikin ku wî bi dilovaniya xwe şad bike.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-11-17

Back to top button