ÇalakîJinManşêt

Pêşniyar û encamên semînera Meclisa Jin a PYD’ê

Semîner bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jinan, rêxistin û saziyên sivîl, kesayetên olî, civakî û leşkerî, çalakvanên û hiqûqî li navenda giştî ya partiyê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Semîner bi pêşniyarên jêrîn bi dawî bû:

Rejimên desthilatdar di serî de rejima Tirk, ji bo ku îradeya jin bişikênin û desthilatdariya mêr bidomênin, gelek caran jina azad hedef digirin.

Ronîkirina qanûnên jinan di warê maf û cezayên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji raya giştî re.

Rola olê a ku êş û azarên jin bi awayekî rast dernexist.

Yekkirina hewldanan ji bo jin di civakê de rola pêşengiyê bilîzin.

Bi her awayî li dijî zîhniyeta desthilatdar şer bikin, ji bo rûbirûna tundiya li ser jinê.

Rola pêşeng a jinê di nava hemû saziyan de di Rêveberiya Xweser de.

Aktîvkirina rola komînan û balkişandina ser rola jinê.

Ji bo kêmkirina diyardeya tundiya li ser jinê, tekezî li ser perwerdekirin û hişyarkirina hemû beşên civakê.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

15-11-2022

Back to top button