ManşêtNûçe

Perwîn Yusif: Hemû pêkhate pêngava îmzeyan erênî û bi coş pêşwazî dikin

Pêngava ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de li 74 navendên cîhanê ji aliyê dostên kurdan ve hatibû destpêkirin her ku diçe li nava hemû gelên cîhanê belav dibe. Piştî meşên li Bakurê Kurdistanê û welatên Ewropayê, niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya îmzeyan hatiye destpêkirin. Kampanyaya îmzeyan ku di 13’ê sibatê de dest pê kir, dê heta 4’ê Nîsanê bidome. Armanc ewe ku bi milyonan îmze bên komkirin. Ji  bo vê yekê komîsyon hatine avakirin û ev komîsyon mal bi mal, tax bi tax digerin û îmzeyan kom dikin. Pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eleqeyek mezin nîşanî kampanya îmzeyan dide. Komîte kampanyayê piştî îmze kom kir dê ji Yekîtiya Ewropayê re bişîne.

Têkildarî hamleyê û kampanya îmzeyan Endama Mecilisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusif ji  rojnameya Xwebûn re axifî .perwîn Yusif,komploya navdewletî ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelên herêmê pêk hatiye şermezar dikin û wiha got: “Em dizanin ku 25 salin ev komplo didome. Lê li aliyê din li dijî vê komployê jî berxwedan jî didome. Berxwedana mezin jî li Îmraliyê ji  aliyê Rêber Apo ve pêş dikeve.  Ev berxwedan li  Kurdistanê dengvedanek mezin dide. Ji bo gelê kurd dibe hêz û baweriyek.

Perwîn Yusif  da zanîn ku ev komploya ku 25 sal in didome, di dîrokê de şermeke mezin e û wiha lê zêde kir: Ji bo em karibin vê dîroka  reş li rastî û heqîqeta wê vegerînin, ji bo edaleta rast pêş bikeve, gelê me bi gelê herêmê re dadikevin qadan. Dengê xwe digînin raya giştî ya cîhanê. Rewşa Rêbertiya me bi can tecrîdan her ku diçe girantir dibe.

Yusif wiha berdewam kir: “ Em bi fikr û felsefeya Rêber Apo tev li şoreşê bûne û bi vê fikrê azad bûne, bi nexşerêya Rêber Apo ku ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re peşkeş kiriye mezin bûne; erkekî me yê mirovî, neteweyî kurdewarî û bawerî heye ku em asta têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. Da ku em karibin vê bêdengiya navdewletî bişkînin. Em wekî înîsiyatifa gel, me bi partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, tevgerên jin û ciwanan re înîsiyatifek hevpar îlan kir. Ev înîsiyatif ji bo piştgiriya hamleya cîhanî hatiye avakirin. Ev hamleya ku bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dest pê kiriye, cihê kefxweşiyê ye. Em dibînin ku gelên biyanî û gelên din pirsgireka kurd wekî pirsgirêka bingehîn dibînin. Kilîda çareseriya vê pirsgirêkê Rêber Apo dibînin. Ji bo wê me daxuyanî dan. Me dest bi rêzeçalakiyan kir. Di van rêzeçalakiyan de meş, daxuyanî û mîtîng hene. Dîsa bi nûnerên ol, eşîr û pêkhateyên herêmê re hevdîtin tên kirin. Di vê çarçoveyê de bajar bi bajar meşên gel hatin lidarxistin. Li Kantona Kamişlo, li Hesekê û bajar bi bajar bi giştî meşên girseyî hatin lidarxistin. Ji Reqa heta Minbiçê ku pêkhatiyên xwe ereb bûn meş pêk hatin.  Ev çalakî hem ji bo piştgiriya pêngavê, hem ji bo xwedîderketina Rêber Apo û hem jî ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê pêk hatin.”

Perwîn Yusif anî ziman ku bi taybet piştî 15’ê Sibatê bi komkirina îmzeyan hamle derbasî merhaleya duyemîn bû û  “Armanca komkirina îmzeyan ewe ku em dengê hemû gel û pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigînin raya giştî ya cîhanê. Hamleya îmzeyan ku di 13’ê sibatê de dest pê kir, dê heta 4’ê Nîsanê bidome. Piştî 4’ê Nîsanê em armanc dikin ku îmzeyên me kom kirin radestî Yekîtiya Ewropa bikin. Em jî rewşa îmraliyê qebûl nakin. Ji bo vê yekê em dixwazin CPT, Saziyên Ewropa, Saziyên Navdewletî û Mafên mirovan li ser vê rewşê rawestin û demek nêzîk Rêberê me fizîkî azad bibe.

Perwîn Yusif bibîr xist ku ev xebata îmzeyan ji aliyê gel ve bi erênî hat pêşwazîkirin û wiha axivî: “Li gel gelê kurd, gelên ereb, asûr, suryan, keldan, ermenî û turkmen hemû pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn piştgiriyek mezin didin pêngavê. Hemû pêkhate raste rast dinava komîteyan de cihê xwe digirin. Pêl bi pêl ev pêngav mezin dibe. Armanc ewe ku em bi milyonan kes tev li vê pêngavê bibin û tu malan ji bîr nekin. Niha komîsyonên xebatê, mal bi mal, tax bi tax li deriyan didin û her kesî beşdarî kampanyayê dikin. Gel piştgireyek mezin dide kampanya îmzeyan.”

Yusif herî dawî got: dê rêzeçalakiyên me heta encam bê girtin bidomin. Dîsa ji bo mîtîngên 4’ê Nisanê tên amadekarî têne kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo dê têkoşîna me bidome. “

Back to top button