ÇalakîManşêt

Partiya Yekîtiya Demokrat serdan kampa Waşûkanî dike

Hevserokê hevbeş ê Partiya Yekîtiya Demokrat Enwer Muslim û şandeya pêre ji Ebdulkerîm Sarûxan endamê meclisa giştî a partiyê û Mustefa Ehmed û Şerîfa Hesen pêk hat, roja sêşemê 2020-11-10 serdana kampa waşûkanî kirin, kampa koçberên ku bi zorê ji Serêkaniyê hatin koçberkirin bi sedema êrîşên dewleta Tirkiyê û çeteyên Sûrî yên alîgirê wê ne, û pêkanîna sûcan û hemû binpêkirinên sûcên şer bi mebesta guhertina demografî li herêmê.

Her wiha serdan di nava çalakiyên partiyê li rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyan hat, ji bo li ser rastiya Meîşî, fêrkirinê û xizmetê ji bo niştecihên kampan û koçberên Serêkaniyê û yên êş kişandin bi sedema kiryarên ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Serêkaniyê.

Niştecihan pêşwaziya şandeyê kirin û daxwaz û hewcdariyên xwê yên rojane pêşkêş kirin, şandeya partiyê daxwaz û hewcdariyên pêwîst ên şêniyan erê kirin, her wiha soza dan bi pêşkêşkirina hemû hewcdariyên wan.

Hêjayî gotinê ku niştecihên kampê tekez kirin, tevî ku hewcdariyên li kapman pêk tên lê ew bi îsrarin di têkoşîna xwe de heta rizgarkirina hemû xaka ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirin, ji bo vegerin mal û milkên xwe ji ber ku ev mafên wan ê dîrokî ye û tu rêbazên rewa wê asteng nebe di vegerîna wê.

            

Back to top button