ÇalakîManşêtPYD

Partiya Yekîtiya Demokrat li kampa Seredem civînek li dar xist

Duh Partiya Yekîtiya Demokrat PYD civîneke berfireh li kampa Serdem li kantona Şehbayê bi beşdarbûna hevserokatiya partiyê Asiya Abdullah; li dar xist.

Di civînê de Asaiya Abdullah li ser pêşketinên siyasî yên dawî li bakur û rojhilatê Sûriyaê axivî, û qûnaxa zehmet ya ku Sûriyeyê û herêmê bi giştî derbas dibe, îşret kir ku bûyera ku li Efrîna dagirkirî û tevhiya herêmên Sûriyeyê çêdibe destnîşan dike ku modela Rêveberiya Xweser projeya herî guncawe weke projeyek çareserkirina siyasî ji bo tevahiya Sûriyayê.

Asiya Abdullah gotinên xwe bi bîranîna şehîdên azadî û rûmetê destpê kir û wiha pê de çû: Em di qûnaxeke giring ji têkoşînê de ne, ev têkoşîn bi pêşengtiya rêber Apo ye her wiha hevalên ku cane xwe feda dikin, tevî ku siyaseta tecrîdê berdewam e li ser rêber Apo lê ew têkoşîna xwe didomîne, ji ber vê yekê divê em xwedî îrade û berxwedan bin heta ku em karibin di riya wan de tevahiya komployên ku li dijî gelê me çêdibe têk bibin.

Wiha lê zêde kir: Dema ku dewleta Tirk Efrîn dagirkir û tîmsalê Kawa Hedad hilwişand, îro di êvara Newrozê de çeteyan hewil dan ku agirê Newrozê vemirînin, agirê ku Kawa Hedad hilda, û komkujiyek li nvaçeya Cindrêsê pêk anî tê de 4 welatiyên kurd ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan, li ser vê yekê kurdên li Efrînê serîhildan li hemberî çeteyên dagirkeriya Tirk, destnîşan kirin li ser berdewamiya berxwedanê, û ew berdewam e li dijî zilmê tevî zordariyê û girtinê û êrîşên li dijî gelê kurd li seranserî Kurdistanê.

Hevserokatiya hevbeş destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser serkeftina xwe îsbat kir weke çareseriyek siyasî ji bo Sûriyeyê û parastina yekîtiya Sûriyeyê dike.

Îşart kir ku modelên desthilatdariya navendî têk çû di pêkanîna aştî û demokrasiyê, da zanîn ku ne navendiya demokrasî li gorî modela Rêveberiya Xweser weke çareseriyek aştî îfde dike û misogeriya mafên tevahiya pêkhateyan e.

Hevserokatiya hevbeş wiha domand: Têkoşîna Partiya Yekîtiya Demokrat ji bo pêkanîna demokrasiyê û azadiya Sûriya li ser bingeha yekbûna Sûriya ye, ji ber vê yekê rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera gelê me yê koçber ji herêmên wan ji yekemîn îstratîjiya me ye.

Asiya Abdullah di dawiya axftina xwe de bang li tevahiya pêkhateyan kir ji bo pejirandina şerê gelê şoreşgerî her wiha bi awayekî rêxistinkirî tev bigere ji bo karibe li dijî pirsgirêkan û siyasetan bisekine yên ku li dijî îradeya gel çêdibe û armncên xwe yê demokrasiyê pêk bîne.

Civîn bi mudaxele û nîqaê bi dawî bû.

Back to top button