ÇalakîManşêt

Partiya me serdana buroya Partiya Demokrat a Kurd ya Sûrî li Qamişlo kir   

Partiya me, Partiya Yekîtita Demokrat serdana Partiya Demokrat a Kurd ya Sûrî kir li buroya wê ya li Qamişlo, ji bo li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet biaxivin,  her wiha li ser rewşa jinê di qada siyasî nîqş bikin.

Şande ji: Sema Bekdaş berdevka ya Partiya Yekîtiya Demokrat û Rohat Mele Xelîl endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de Emîna Şêx Mihemed, Zên Osman û Jiyan Lûlû de bûn endamên buroya partiya Demokrat a Kurd ya Sûrî.

Di hevdîtinê de li ser pêwistiya yekbûna refa Kuredî di rewşa heyî de axivîn, her wiha îşaret pê hat kirin li ser rola jinê di partiyên siyasî yên Kurdî.

Her wiha her du aliyan banga xurtkirina rola jinê li ser hemû astan kirin, û ji aliyê siyasî, her wiha  xwe bi rêxistin bike li gorî qonaxa heyî.

Back to top button