ÇalakîManşêt

Partiya me şahiyek bi boneya şoreş 19’ê Tîrmehê li Helebê li dar xist

Di bin drûşmeya “Bi ruhê Şoreşa 19’ê Tîrmehê emê Suriyeyek demokrat avabikin” şahiyek girseyî bi boneya 4’emîn salvegera 19’ê Tîrmehê li bajarê Helebê hat li dar xistin.

Partiya me Partiya Yekîtiya Demokrat şahiyek li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyan.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê destpê kir, piştre hinek axaftin hatin kirin, yek jê gotina Mihemed Şêxo endamê meclisa giştî ya partiyê, û gotina hevseroka Partiya Yekîtya Demokrat Eyşe Hiso û gotina kordînatora kongreya star Nehle Mustefa.

Eyşe Hiso hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat di gotina xwe de pesn kir di berxwedaniya şêniyên taxa Şêxmeqsûd li hemberî çeteyan, her wiha destnîşan kir ku ev berxwedan a hemû gelên herêmê ye ji bo parestina deskeftiyên şoreşa 19’êTîrmehê, Hiso banga bilindkirina têkoşînê bi ruhê jina azad kir û fikrê rêber Abdullah Ocelan.

Back to top button