ÇalakîManşêt

Partiya me rêzcivînên rêxistinî li herêma Firatê li dar xist

Partiya me, Partiya Yekîtiya Demokrat rêzcivînên rêxistinî li navçeyên Kobanê, Çelebiyê, Şêran Qenayê û Serîn li herêma Firatê li dar xist, ji bo nîqaşkirina çawaniya pêşxistina kar û rêxistinkirina endamên di sazî û buroyan de, wekî din nirxandina karên desteyan û saziyan der barê sala 2020.

Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Enwer Muslim û Bêrîvan Hesen endama meclisa Giştî ya partiyê rêzcivînên berfireh li navçeyên herêma Firatê li ser vegerandina rêxistinê û pêşxistina kar di hemû buroyan û saziyên herêmê li dar xist.

Di der barê civînan de, Enwer Muslim hevserokê partiyê, li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî, û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriya bi taybet axivî, û îşaret kir li ser gefên dewleta Tirk li ser Eyn Îsa, her wiha tekez kir li ser pêwistiya yekbûna refa kurdî ji bo li hember gefan bisekinin yên ku hemû gelên herêmê dikin hedef, di civînê de destwerdan ji hêla endaman li ser rewşa siyasî hebû.

Civîn bi pêşniyarên endaman li ser rewşa rêxistinî û mekenîzmeya kar û danîna pilnana ji sala 2021 bi dawî bû.

   

   

Back to top button