ÇalakîManşêt

Partiya me rêzcivînan li Lubnanê li dar dixe

Partiya me; Partiya Yekîtiya Demokratîk rêzcivîn li gelek herêmên Lubnanê li dar xist, ji bo bîranîna şehadeta Hevrîn Xelef û Dayê Eqîda û Şehîdên”Bêrîtan, Arîn Mîrkan û Rojînda Efrîn” her wiha bîranîna şehîdên din di meha Cotmehê de, civîn bi beşdarbûna bi dehan ji endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Lubnanê li dar ket.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên rûmetê û azadiyê dest pê kir, piştre Şervîn Cûdî bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk di nav civînan de axivî û destnîşan kir ku berxwedana hêzên me li Srêkaniyê, Efrîn û Girê Spî li hember artêşa Tirk û çeteyên wê berxwedanek mezin bû.

Din nav gotinên xwe de şehîda siyasî û têkoşer Hevrîn Xelef û Dayika Eqîda ya ku li ber xwe da ji ber hezkirina welat  bibîr anî, her wiha şehîda Bêrîtan a ku xeta xiyanetê şikenand û bû sembola keça Dêrsemê ya xweraderst nekir û komployan li dijî me têk bir.

Şervîn Cûdî tekez kir ku dijmin ji bo şikandina  vîna me hemî şêwaz û lîstikan bikar tîne.

Her wiha îşaret kir li ser berxwedana mezin a ku şehîda Arîndi dema êrîşa Kobanê de nîşan da kir, û tekez kir ku giyanê neteweyî yê şehîd ji hemî cîhanê re îsbat kir ku em xwedî dozekê  in û dev ji axa xwe bernadin.

Û bêdengiya navneteweyên Yekbûyî û Rêxistinên Mafên Mirovan di der barê kiryarê Tirkiyayê ji binpêkirinên dijmrovî û bikaranîna çekên qedexe neteweyî li herêmên ku dagirkiriya şermezar kir.

Di dawiya axaftina xwe de Şervîn Cûdî tekez kir û got ku vîna me ji hemî pîlanên li dijî me têne çêkirin bi hêztire, û em ê li ser riya şehîdên riya berxwedan û têkoşînê bimeşin.

 

Back to top button