ÇalakîManşêtPYD

Partiya me li Minbicê bi boneya salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek dide

Buroya partiya me li bajarê Minbicê daxuyaniyek da di salvegera 18’emîn a dameziranidina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, bi beşdariya endam û rêveberiyên partiyê li bajar, hevseroka buroya partiyê “Rîm Derwîş” daxuyanî xwendi, di daxuyaniyê de wiha hat:

Hijdeh sal ji têkoşînê li hember zehmetî û pirsgirêkan, piştre li hember derketina ezmûnên dîrokî û serkeftina wan ji bo bidestxistina destkeftiyên çarenûsê li ser asta rojavayê Kurdistanê û tevgera Kurdistanê bi giştî. Ew e riya partiya me ye PYD, bi kurtasî ji destpêka damezirandina wê di 20’ê Eylûna 2003’an heta roja me ya îro.

Derwîş gelê me li bakur û rojhilatê Sûriya boneya salvegera 18’emîn a damezirandina partiyê li wan pîroz kir, û tekez kir li ser nûkirina sozê ji şehîdan re û ji bo tevahiya gelê me yê têkoşer bêyî westan, her wiha soz dan ku li dijî gendelî û nehevsengiya di hemî saziyên me de têbikoşin, û gelan ronîbikin û perwerdehiya girseyê bidomînin bi têgeh û cewhera neteweya demokratîk, ku xaçerêya azadî, biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de ye.

Back to top button