ÇalakîManşêt

Partiya me li Menbicê beşdarî panelekê bû

Îro li bajarê Minbicê Meclisa Jinên Sûriyê panelek bi dirûşmeya “Li dijî her cûreyên tundiya dewlet û hişmendiya zilam.. “Jin Jiyana Azadî” li dar xist. Ku Partiya Yekîtiya Demoratîk PYD beşdar bû, herwiha hemû saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li bajêr beşdarî panelê bûn.

panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê dest pê kir, piştre rêvebera Meclîsa Jinan Xedîce Şewax mijarên panelê ku tê de tundiya li ser jinê tê de cih digirin dest bi xwendina mijarê kir. Mudaxele ji aliyê hin rêhevalên jin ve hate kirin û piştre jî sedemên êş û azara jinê ji aliyê civak, malbat û hevjiyan ve û nedayîna mafê wê ve hatin şîrovekirin.

Xedîce destnîşan kir ku ew rêya azadiya jinê didomînin û urf û edetên ku di her warî de jinan tepeser dikin, ji hole rakin û panel bi pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.

Back to top button