Partiya Yekîtiya Demokrat PYD duh 17’ê meha Adarê civînek ji malbatên şehîdan re li Helebê li dar xist li taxên( Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) û bi kordînasyona Meclisa Malbatên Şehîdan ya Helebê, di nava hemleya serdan û civînên ku partî li dar dixe bi awayekê rojane ji bo naskirina rewşa malbatên şehîdan û di nava çarçoveya rêxistinî ji siyaseta partiyê.
Bi sedan ji malbatên şehîdan ji hemû pêkhateyan beşdarî civînê bûn, û piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan li Helebê Mihemed Ehmed gotina destpêkê kir tê de bi xêr hatina beşdaran kir û bi hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Eyşe Hiso.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Eyşe Hiso axivî û got: Di dema nebûna tu çareserî ji aloziya Sûrî re, û di siya hişmendiya Bees ya ku tu çareseriyên demokratîk qebûl nake û rastiya Sûrî erê nake, û rewşa ku welat tê de dijî ku zêdetirî 90% ji gelê Sûrî di bin xeta belengaziyê ji bilî bêkariyê, gendelî û kaosa ewlehiyê di piraniya herêmên serewriya rêjîma Bees.
Îşaret kir li ser rola neyînê ya Rûsiya û rêbaza nîzîkatiya wê ji aloziya Sûriya, her wiha îşaret kir ser têkiliya di navbera Rûsiya û Tirkiya û encamên wê ji dagirkiriya Tirkiya ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.
Wekî di li ser siyaseta Tirkiya û binpêkirinên wê ser rêber Ocelan û girtiyên fikr di Tirkiya îşaret kir ku bi hezaran ji girtiyên kurdî di zindanên rêjîma faşîzm li Tirkiya.
Eyşe Hiso got: Rewşa tecrîdê ya li ser rêber Abdullah Ocelan, di siya hikumeta Partiya Edalet û Pîşveçûnê dûrî hemû rêgezên mirovahî û hiqûqiyê.
Daxwaz ji civaka navdewletî, meclisa ewlehiyê û rêxistina mafên mirovan kir ku bi berpirsyartî tev bigerin ber bi tecrîda ferzkirî li ser rêber Abdullah Ocelan.
Di dawiya axaftina xwe de got: “Bi rihê berxwedana serdemê û rûmetê em soz didin ku em ê di riya berxwedanê de bidomînin heta pêkanîna tevahiya armacên me û rizgarkirina hemû xakên ku hatin dagirkirin ji hêla Tirkiyeyê, em ê bi hemû hêz û îradeya xwe têkoşîn bikin ji bo azadkirina Abdullah Ocelan û avakirina Sûriya Demokratîk civakeke exlaqî siyasî”.