ÇalakîManşêt

Partiya me di darxistina civînên girseyî de yên bajarê Hesekê berdewam e

Di çarçoveya civînên girseyî de yê ku ji hêla Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê ve li herêma Cizîrê hat li dar dixe, partî civînek girseyî li gundê Xirba Îlyas û civînek din li kampa (SerêKaniyê) li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre li ser rewşa siyasî li herêmê û geşedanên dawî yên ku herêmên bakur û rojhilatê Sûrî tê de derbae dibe, axivîn.

Di civînan de, li ser rewşa aborî û civakî yê şîniyan nîqaş kirin, û tekaz kirin li ser pêwistiya girtina hemû valahiyan, û rawestandina li pêşperî hemû dijwariyên ku gelên herêmê ji rojevên derve yên ku hewl didin destkeftiyên şoreşa me xera bikin.

Di civînan de, gel tekez kir ku pêdivî ye xebat û kordînasyon hebe da ku li gel Rêveberiya Xweser bisekinin, ya ku vîna gel temsîl dike û mafên hemû pêkhatên heyî diparêze, û Pêwîste gelên herêmê nekevin nav fitneyên yên ku dagirkerê Tirk û çeteyên wê hewl didin di nava pêkhateyan de biçînin.

   

Back to top button