ÇalakîManşêtPYD

Partiya me civîneke rêxisinî ji endamên xwe re li Tirbespiyê li dar xist

Di nava rêzecivînên ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Cizîrê li dar dixe, partiya me li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamşlo civîneke rêxistinî ji endamên xwe re li nivîsgeha navçeyê li dar xist.

Endama desteya hevserokatiyê di partiyê de Sema Bekdaş û hevserokê nivîsgeha partiyê ya Hesekê Mustefa Ehmed tevlî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê, piştre perspektîfên ji meclisa giştî ya nivîsgeha rêxistinî derketiye hate xwendin bi hemû mijarên wê( rewşa siyasî, rewşa rêxistinî, rexin û rexindayîn, pêşinyar, bername û pilanên kar).

Endama desteya hevserokatiyê di Partiya Yekîtiya Demokrat Sema Bekdaş rewşa siyasî nirxand û li ser pêşketinên siyasî li ser asta navdewletî û li herêmê axivî, her wiha jî li ser giringiya li dar xistina civînên rêxistinî yên partiyê di avakirina civakek demokratîk li ser bingehên Netewa Demokratîk, axivî.

Sema Bekdaş îşaret kir li ser rola partiyê di pêkanîna bratiya gelan di navbera gelên herêmê bi taybet di dema ku tevahiya awayên şerê taybet li dijî Rêveberiya Xweser pêk tên.

Di civînê de behsa aliyên rêxistinî yên partiyê û rola endamê çalak ê partiyê di belavkirina çanda partiyê de li ser bingeha avakirina civakeke hişyar a siyasî û exlaqî hate kirin.

Civîn bi guhdarkirina nêrîn û pêşniyarên endamên beşdar di civînê de bi dawî bû.

Back to top button